Dîroka Mezopotamyayê yan jî dîroka mirovî ya di navbera Firat û Dîcleyê de dîrokeke ku ji koçberbûyîna mirovî ya herî kevn ê ji Serdema Paleolîtîkê heya serdema kevnare ya dereng e ku di navbera çemên Firat û Dîcleyê û li deverên her du çeman qewimiye. Dîroka Mezopotamyayê, ji delîlên kolandinên arkeolojîk, piştî destpêkirina nivîsandinê, di dawiya hezarsala 4 ê b.z. de ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin. Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de bicih bibûn. Bicîhbûna mirovahiyê li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de qewimiye. Mezopotamya di Serdema Bronzê ya destpêkê de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn ên cîhanê re malavanî kiriye. Ji ber vê yekê herêma Mezopotamyaê wek yek ji deverên dergûşa şaristaniyê hatiye binavkirin. Navê Mezopotamyayê bi yewnanîya kevn tê wateya "erdê di navbera çeman" de. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
2011 – Barack Obama ragihand ku Usama bin Ladin, kesê li pişt êrîşên 11ê îlonê ji aliyê hêzên taybet yên Dewletên Yekbûyî ve li Abbottabad, Pakistanê hatiye kuştin. Ji ber ku ferqa demê yê di navbera Amerîka û Pakistanê, bin Laden rastiyê de di 2ê gulanê de hate kuştin.